Droneke xwekuj a artêşa Tirk a dagirker kelha Şewarxa a navçeya Şera bombe kir.
Îro seatên sibehê drunek xwekuj a artêşa tirk a dagirker kela Şewarxa a navçeya Şera bombe baran kir.
Ji ber bombebaranê zirarên madî çêbûn.
Di seatên piştî nîvor de jî, drunek xwekûj a artêşa tirk gundê Eyn Deqnê ya girêdayî herêma Şehbayê bombe baran kir.
Li vir jî zirarên madî çêbûn.
Doh jî gundê şewarxa yê şera bi droneke xwekuj a dagirkeriya Tirk hat bombekirin.



