Kurdistaniyên li Ewropayê jî li dijî êrişên dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê bertek nîşan da.
Kurdistaniyên li welatên Ewropa dijîn bi rojane li ser piyane.
Li Frankfûrt û Duîsbûrg a Elmanyayê, Kopenhag a Danîmarkayê û kampa Lavrîo ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û bêdengiya sazî û dewletên Ewropayê hatin protestokirin.
Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinan diyar kir ku PDK di êrîşên dagirkeriyê de rol lîstiye û gotin: “PDK’ê axa Kurdistanê radestî dewleta Tirk a faşîst kiriye û yek bi yek di şehîdkirina gerîlayên Kurd de rol lîstiye.”
Li aliyê din Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çanda Kurdistanê êrîşên artêşa Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Zap, Avaşîn û Metîna û di êrîşê de bikaranîna çekên kîmyewî li Kampa Lavrîo ya paytexta Yewnanîstanê Atînayê bi meşekê hate şermezarkirin.
Hin çalakvanan kincên kamûflajê li xwe kirin û bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî.