Li herêma Serhedê gerîlayan li qereqoleke arteşa Tirk xist

Li navçeya Ebexê ya Wanê gerîlayan li qereqoleke artêşa Tirkiya xistin.
Di çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Li herêmên bakurê Kurdistanê jî gerîla derbên giran li arteşa Tirkiyê a dagirker didin.

Têkildarî çalakiyên gerîla û êrişan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.

HPG: Di çalakiya li dijî qereqolê de 2 leşker hatin cezakirin

HPG got: Li qada Gundê Derê yê navçeya Ebexê ya Wanê, hêzên me li qereqoleke artêşa Tirk a dagirker xistin.

Baskê destpêkê yê çalakiyê bi sekvaniyê li dagirkeran xist û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist û 2 çeper hatin îmhakirin.

Her wiha li ser êrişan jî HPG ragihand ku Arteşa Tirk herêma Xakurkê 8 caran bi balafirên şer bombe kir.

KCK’ê hêzên Gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir

Back to top button