Yekitiya Parêzeranwê nameyekê ji CPT’yê re bişîne

Duh Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê li Qamişlo li dar xist.
60 parêzeran bi li ser nameyekê ku tê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin, îmze kirin.
Ev name jî wê saziya pêşîgirtina li êşkenceyê CPT’yê re were şandin.

Duh Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li bajarê Qamişlo li dar xist.

Endamên Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di civînê de amade bûn.

Destpêka civînê rapora rêxistinî ya yektiyê ji dema di navbera 9`ê Tîrmeha 2021ê û 6`ê Tebaxê de hat xwendin.

Di civînê de bal hat kişandin li ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo û hat gotin, ev tecrîd, li dijî qanûnên navneteweyî, mirovî ye û derexlaqî ye.

Beşdaran tekez kir bi dîlgirtina Rêber Apo mirovahî û demokrasî hatine girtin.

Paşê 60 parêzeran ji ber endamtiya xwe di Desteya Parastinê ya Rêber Abdullah Ocalan de, li ser nameyekê îmze kirin.

Di vê nameyê de, behsa sûcên li dijî Rêber Apo tê kirin û tê de parêzer daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Ev name wê ji saziya pêşîgirtina li êşkenceyê CPT`yê re bê şandin.

Civîna parêzeran bi encamnameyekê bi dawî bû..

Ji biryarên wê jî;

Civîneke hiqûqî ji bo nîqaşkirina dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan 3`yê Îlonê were lidarxistin.

Komîteyek ji bo şopandina sûcên li dijî mafên mirovan were avakirin.

Egera vekirina dozan li dijî dewleta Tirk a dagirker li cem dadgehên dewleta Sûriyê û Rêveberiya Xweser were lêkolînkirin.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Back to top button