Îsraîlê êrîşî kesên li Mescîd-î Aksa kir 6 kes birîndar bûn

Li Qudisê zexta polîsên Îsraîlê li ser Filistîniyan kêm nabe.
Di êrîşa hêzên Îsraîlê ya li ser kesên ji nimêja li Mescîd-î Aksa vedigeriyan de 6 kes birîndar bûn.

Komeleya Xaça Sor ya Filistînê bi daxuayniyeke nivîskî ragihand ku dema komeke ji nimêja li Mescîd-î Aksa vedigeriyan rastî êrîşa Îsraîliyan hat.

Bi vê yekê re li gelek herêmên bajarê Qudisê şer û pevçûn derketin.

Di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Her wiha gelek Filistînî jî ji aliyê leşkerên hêzên taybet yên Îsraîlê ku cilê sivîlan li xwe kiribûn ve hatin girtin.

Bi despêka meha remezanê re, zextên Îsraîlî yên li ser Filistîniyan zêde bûn.

Doh jî di encama êrîşên li ser Filistîniyan de 105 kes birîndar bûbûn.

Hêzên li Filistînê jî li dijî Îsraîlê di saetên şevê de bersiva êrîşan dan.

Balafirên Israîlî li bakurê Xezzayê baregeheke Tevgera Hemasê, li rojhilatê bajêr jî nuqteyeke din bombebaran kirin.

Back to top button