Girtiyê nexweş ê 83 salî kelepçekirî birin nexweşxanê

Girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, bi rengekî kelepçekirî birin nexweşxaneyê.

Duh serê sibê rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) xera bû.

Leşkeran kelebçe li destê Ozkan dan, ketin milê wî û kelebçekirî birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê.

Piştî testên hatin kirin Ozkan li nexweşxaneyê bi textê razanê ve kelebçe kirin.

Di dîmenên li ber nexweşxaneyê hatine girtin de tê dîtin ku Ozkan bi zehmetî xwe li ser pêya digire û gavên xwe diavêje.

Herdu destên wî ji pêş ve kelebçekirî ne.

Malbata Ozkan ji bo ku li nexweşxaneyê lê binêrin serî li Serdozgeriyê û Rêveberiya Girtîgeha Amedê da.

Ozkan 25 sal in girtî ye.

Heta niha 5 caran krîza dil derbas kiriye û 4 caran anjiyo bûye.

Ji meha Gulanê ve rewşa Ozkan her ku diçe giran dibe û bi giştî 6 caran ew rakirine nexweşxaneyê.

Back to top button