Zelensky: Danûstandinên li gel Rûsya bi “zor” û “nîqaşan” didome

Danûstasndinên navbera Ûkrayan û Rûsya li gorî daxwaza Kîevê nameşe. Serokomarê Ûkrayna Zelensky got, danûstandinên li gel Rûsya bi “zor” û “nîqaşan” didome. Zelensky dibêje, ew ê di civîna NATO, G7 û YE de bixwaze ku hîn cezayên nû li ser Moskow werin ferzkirin. Rêveberiya Kîevê dixwaze di pêvajoya çareseriya rewşa Ûkrayna de Çîn jî roleke sereke bileyîze.

Rêveberiya Kîevê di her fersendê de daxwaza dawî hatina şerê li Ûkrayna dike.

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky derbarê danûstandinên li gel Rûsya û derxistina sivîlan ji herêmên şer li ser hesabê xwe yê telegramê videoyek parve kir.

Volodymyr Zelensky bal kişand ser pêvajoya danûndandinên di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de têne meşandin û wiha got,

“Em li ser astên cûrbecûr xebatên xwe didomînin da ku Rûsyayê neçar bikin aştiyê pêk bîne û vî şerê hovane bi dawî bike.

Danûstandin gelek zor û car caran jî nakokî derdikevin.

Lê em gav bi gav pêşve diçin.”

Zelensky îşaret bi wê yekê kir ku civînên NATO, G7 û Yekîtiya Ewropayê (YE) wê vê hefteyê bên lidarxistin û diyar kir ku dibe pakêtên nû yên cezayan li dijî Rûsyayê werin sepandin.

Serokomarê Ûkrayna careke din, ji astengiyên li pêşiya derketina sivîlan ji qadên şer Rûsya tewambar kir.

Ji bo vê yekê jî îşaret bi rewşa li bajarê Mariupolê kir ku bêtirî 100 hezar kes li wir asê mane.

Ûkrayna li bendêye Çîn di rawestandina şer de rolek sereke bileyîze

Serokê Ofîsa Serokomariya Ûkraynayê Andriy Yermak diyar kir ku divê Çîn di rawestandina şerê ku Rûsyayê li dijî welatê wî daye destpêkirin de roleke girîng bilîze.

Andriy Yermak di peyama li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirî de wiha got:

“Kîev hêvî dike ku Pekîn di rawestandina şer de rolek girîng bilîze.”

Yermek teqez kir ku ew çaverê dikin ku di navbera Serokê Ûkrayna Volodymyr Zelensky û Serokê Çînê Xi Jinping de hevdîtin pêk were.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmîtro Kuleba di 21’ê Adarê de daxuyaniyek da û got:

Divê Çîn di pêvajoya çareseriya rewşa Ûkraynayê de, cih bigire.

Di heman rojê de Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin jî diyar kiribû ku divê Rûsya û Ûkrayna diyaloga di navbera xwe de bidomînin û di danûstandinan de aştî pêk were.

Back to top button