Mike Pompeo kiryarên yekalî yên Tirkiyê li Deryaya Spî şermezar kir

Tirkiyê dema keştiya xwe ya lêgerînê li rojhilatê Deryaya Spî dirêj kir. Derbarê mijarê de Amerîkayê nerazîbûna xwe nîşan da.

Li Rojhilatê Deryaya Spî, careke din Enqere dema keştiya xwe ya lêgerînê heta 14ê Mijdarê dirêj kir.

Yûnanistanê ev yek şermezar kir û banga betalkirina vê li Tirkiyê kir.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Yûnansitanê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo nameyek ji hempîşeyê xwe yê Yûnanî Nikos Dendias re şand.

Pompeo kiryarên yekalî ku Tirkiyê pêk tîne şermezar kir û diyar kir ku bi gef û rêzbazên leşkerî wê riya çareseriyê venebe.

Pompeo hewildana Yûnansitanê ya ji bo çareseriya pirsgirêkan bi riya diyalogan erênî nirxand û Yûnanistan yek ji stûnên aramiyê li herêmê bi nav kir.

Back to top button