YE bi mijara derziyên Covid-19 navhev ketiye

Her çiqasî niha pandemiya Covid-19 ji rojeva cîhanê derketibe lê hîna nîqaşên ser tê kirin.
Di dema pandemiyê de, welatên aboriya wan baş, di astek zêde de derziyên li dijî vîrûsê xwestibûn.
Niha jî welatên YE ji wan derziyên ku di destê wan de mayîn bifikarin.

Li Yekîtiya Ewropayê (YE) tirs heye ku bi mîlyaran dolar derziyên koronayê zêde bibin.

Endama Komîsyona Ewlekariya Tenduristî û Ewlehiya Xwarinê ya YE Stella Kyriakides, di hevpeyvînek ji bo weşanên Îniyê yên rojnameyên Alman Funke Media Group de got;

Em piştgirî didin bangên Komîsyonê yên ji bo danûstandina ji nûve bi hilberînerên ji welatên endam re.

Kyriakides destnîşan kir ku di heman demê de wê gengaz be ku girêbestên peydakirinê li gorî rastiyên nû werin kirin.

Bi bîr xist ku Komîteya Rêvebir a Derzîlêdanê ya Ewropî wê destpêka sala pêş de bicive da ku li ser mijarê nîqaş bike.

Kyriakides bi domdarî ev tişt anî ziman:

Wezîrên tenduristiyê yên welatên YE û hilberînerên derziyê wê li ser mijara ka çawa peydakirina derziyê dikare bêtir li gorî hewcedariyên herêmî were nîqaş bikin.

Welatên YE li ser derziya Covid-19 gilî kirin e

Di van demên dawî de, gelek welatên Yekîtiya Ewropî gilî li ser zêdebûna derziyan di depoyên xwe ya têkildar de dikin.

Koma Medya Funke, li ser nûçeya ku Çekya serokatiya demkî ya Konseya Ewropayê dike, nivîsî ku hejmarek ji welatên endam zext li Konseyê kirine da ku di peymanên peydakirinê de guhertinan pêk bîne.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku welatên navborî diyar kirin ku ji bo derziyên vîrûsa Coronayê rêjeyek girîng a çavkaniyên giştî yên ku ne hewce ne hatine bikar anîn û ji ber vê yekê wê werin tunekirin.

Di heman nûçeyê de hat gotin, hikûmeta Almanyayê jî hewl dide radestkirina derziyên Coronayê yên ku beriya niha hatibûn xwestin, lê pêşbînî kiribûn zêde bin, betal bike yan jî kêm bike.

Li gor agahiya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Almanyayê, tê hesabkirin ku 160 mîlyon derziyên Coronayê ya ku berê ji bo salên 2023 û 2024’an li seranserê Ewropayê hatibûn xwestin ji hewcedariyê zêde be.

Back to top button