Nobeta azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Ocalan li ber Konseya Ewropayê pêk tê, ket hefteya 417’an.
Çalakiya ‘Nobeda azadî ji Ocalan re’ ku hefteya derbasbûyî 8 sal li pey xwe hiştin, bi biryardarî didome.
Nobedarên vê hefteyê komek ji çar kesan ji bajarê Dîsbûrg ê Elmanyayê ye.
Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku çalakî bi baweriya bi azadiya Ocalan di sala 9’an de jî bi biryardarî dewam dike.
Endamên komê bang li welatparêzên Kurd ên li Ewropayê kirin û gotin, “Divê em xwedî li têkoşîna xwe, li şehîdan û Rêber Ocalan derkevin.”
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kir û li pêşberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê pêk tê.