Li Fransa tundî kêm nabe: 1311 Kes hatine binçavkirin

Wezareta Karê Hundirîn ya Fransa got; Bêtirî hezar û 300 kes hatine binçavkirin.

Hikumeta Fransa rojên xwe yên herî zehmet derbas dike.

Tevî kolanên paytext Parîs, welat di nava şewatê de maye.

Piştî 27’ê Hezîranê ciwanê 17 salî yê binavê Nahel M. ji aliyê polîsan ve hate kuştin, gel bi xwepêşandanan hêrsa xwe nîşan dide.

Şevê din jî bi awayekî hîn xurtir xwepêşandêr li qadan bûn.

Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê ragihand ku di şeva çaremîn ya xwepêşandanan de hezar û 311 kes hatine binçavkirin.

Di encama pevçûnên rûdayî de, 150 polîs û hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li gelemperiya welêt ji ber çalakiyên protestoyî 45 hezar polîs li ser erkin.

Di xwepêşandanên tund ên şevê din de, piraniya wan 14-18 salî 870 ​​kes hatin binçavkirin.

Macron: Jiyana zarokên xwe biparêzin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî dijwarbûna pevçûnan civîneke awarte li dar xist.

Macron destnîşan kir ku berpirsyariya dêûbavan e ku ciwanan ji tundiyê dûr bixin û bang li malbatan kir ku xwedî li jiyana zarokên xwe derkevin.

Di xwepêşandanên li Fransa de talanî

Ligel tedbîrên tund ên hêzên ewlehiyê yên Fransayê jî hat ragihandin ku li Lyon, Marsîlya û Grenobleyê hin kom bi şev û roj dikanan talan kirin, kotiyên zibalê û wesayît şewitandin.

Li Marsîlyayê komeke xwepêşanderan dikana çekan talan kirin û tivingên nêçîrê girtin.

Ji ber vê yekê jî polês ji bo ewlehiyê li ber dikanê nobed girtin.

Her wiha hate ragihandin ku tevahî çalakiyên li Marsîlya yên ji bo raya giştî hatine rawestandin.

Kaptanê Fransa mbappe banga aramiyê kir

Di şeva çaremîn a tundiyê de kaptanê Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Fransayê Kylian Mbappe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bangek kir û xwepêşander vexwend ku bêdeng bimînin.

Hikumeta Fransa ji bûyerên di nava merasîma nahel pêk were de ditirse

Di vê navberê de lêpirsîna der barê polîsê ku ajokarê ciwan kuşt de dewam dike.

Hat ragihandin ku cenazeyê Nahel M. wê îro were definkirin.

Ditirsin ku di dema merasîma cenaze de şîdetên nû rû bidin.

Serhildana li Fransayê li gelek bajaran belav bû

Back to top button