Îro di saetên siharê de li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û bajarokê Tiwênayê erebeyeke leşkerî qeza kir. Di qezayê de 5 şervanên YPJ û YPG’ê şehîd bûn.
Qeza di saetên navbera 6 û 6 û nivê sibehê de çêbû.
Li gorî agahiyên despêkê qeza ji ber dolabên erebeyê teqiyaye, rûdaye.
Di erebeyê de 4 Şervanên YPJ’ê û şervanekî YPG hebû.
Di encama qezayê de her 5 şervan şehîd bûn.
Çav li rê ye ku navenda ragihandin û çapemeniyê ya YPG’ê li ser nasnameya şehîdan daxuyaniyekê bide.