YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku di encama nexweşiyekê de şehîd bûye eşkere kir.

Navendê diyar kir ku şervanê wan Diyar Efrîn 13’ê Sibatê li Helebê di encama nexweşiyekê de şehîd bû.

YPG’ê anî ziman ku şehîd Diyar bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar her tim bû xwedî sekneke pêşeng û têkoşer.

YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re hat xwest û soza dewamkirina têkoşînê da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye;

Ehmed Kedro bi nasnav Diyar Efrîn, li Efrînê ji dayik bûye, 13’ê Sibata 2020’an li Helebê şehîd bû.

Back to top button