Li goristana şehîd Xebat Dêrik, 7 şehîd bi merasîmekê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên 7 şehîdên ku di cih û demên cuda de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne li Goristana Şehîd Xebat Dêrikê spartin axê.

Şervana YPJ’ê Nûcan Cuman bi nasnav Şervîn Murad, Şervanê QSD’ê Murad Batmaz binasnav Botan Têkoşîn, Azad Çetîn binasnav Sîdra Şer, Zana û Rûmar ên ku di Berxwedana Rûmetê de û Cemal Murdî binasnav Ronî Ciwanrû li Dêrikê di encama qezeyekê de; şehîd bûn.

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Gulîzêr ji ber nexweşiyê li bajarê Şamê şehîd bû.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, ji fermandarên YPG`ê Mihyedîn Xêrkî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Xêrkî soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftin û armancên wan da.

Piştre hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Hesen destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan e ku armanca wê jî tunekirina gelê Kurd e.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava siloganan de hatin veşartin.

Back to top button