Li çar aliyên cîhanê Cejna Qurbanê tê pîrozkirin

Cejin ji li çar aliyên cîhanê ji aliyê civaka îslam ve tê pîrozkirin.
Mîna cejnên derbasbûyî, careke din çav li ser Mizgefta Eqsayê bû.
Li mizgeftê 100 hezar kesî bi hevre nimêj kirin û cejin li hev pîroz kirin.

Li çar aliyên cîhanê civaka îslm îro cejna Qurbanê pîroz dikin.

Namzetên Hecê li Mekkeyê û welatên misilman lê heyîn jî pîrozbahiyên cejnê bi nimja siharê re despê kir.

Li Mizgefta eqsa 100 hezar kesî mimêja Cejna Qurbanê kirin

Ev der Mizgefta Eqsa ya li Bajarê Kevin yê Rojhilatê Qudsê ye.

100 hezar Misliman di saetên serê sibê de ji bo nimêja Qurbanê li mizgeftê kom bûn.

Her çiqasî misilmanên li Qudsê karîn nimêja xwe li mizgefta Eqsa bikin jî lê polîsên Îsraîlî kesên ji Şerîa Rojava dixwestin derbasî Qudsê bibin asteng kirin.

Piştî nimêja li mizgeftê şerkir li zarokan hate belavkirin.

Li Sûriyê Cejna Qurbanê tê pîrozkirin

Cejna Qurbanê li Sûrî jî tê pîrozkirin.

Di saetên siharê de li Şamê, misilman li mizgeftê kom bûn û dest bi nimêja cejnê kirin.

Li Tirkiyê nimêja Cejna Qurbanê hat kirin

Ev der jî mizgefta Ayasofya ya li bajarê Stenbol ê Tirkiyê ye.

Bi hezaran kes yên li mizgeftê kom bûyîn nimêja cejnê kirin.

Jin li aliyekê û zelam li aliyê din nimêja xwe kirin.

Di nava refên nimêjê de gelek welatiyên ji deverên cuda heyî jî hebûn.

Li Rûsya Cejna Qurbanê tê pîrozkirin

Misilmanên li Rûsya jî bi boneya cejna Qurbanê li ber mizgeftê kom bûn.

Kesên kombûyîn bi dilxweşî nimêja xwe kirin û dua kirin.

Kesên li derveyî mizgeftê mayîn li ser kartonên dîtin, nimêja xwe kirin.

Li Kirgizistanê nimêja Cejna Qurbanê bi girseyî hat kirin

Ev dimenek ji rengîniya nimêja cejan li Kirgizistanê ye.

Bi hezaran kesên li mizgefteke bajarê Bişkek yê Kirgizistanê kom bûyîn bi hevre nimêjê dikin.

Misilman destê xwe radikin jor û duayê n xwe dikin.

Back to top button