Gerînendetiya Avê ya Giştî ya kantona Hesekê diyar kir ku stasyonên avê yên Şedad û Mergadayê dê di 15`ê Sibatê de bikevin meriyetê. Her wiha piştrast kir ku xebatên sererastkirinê gihaştine ji sedî 90.
Hevseroka Gerînenditiya Avê ya Giştî ya kantona Hesekê Selwa El-Salih encamên xebatên sererastkirina stasyonên avê yên Şedad û Mergadayê di civînekê de eşkere kirin.
Rayedarên meclisên herêmî û komînan ên Şedadê û gundewarê wê tevlî civînê bûn.
Civîn bi armanca naskirina mekanîzmeya xebitandina stasyona avê ya Şedadê û Mergadayê li dar ket.
Hevserokên Meclisa Navçeya Şedadê, Rêveberiya Giştî ya Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê û komîn di civînê de beşdar bûn.
Selwa El-Salih di civînê de wiha axivî: “Heta niha me ji sedî 90 xebatên sererastkirinê li her du stasyonan bi dawî kirine.
Me xetên sereke û şaxî yên bajêr, gundên girêdayî wê sererast kirin û wê 15`ê Sibatê av bigihêje şêniyan.”