Wezareta Derve ya DYA: Êrişa ser balafirxaneya Silêmaniyê tê lêkolînkirin

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew êrişa li ser balafirxaneya Silêmaniyê lêkolîn dikin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di daxuyaniyek rojnamevaniyê de bersiva pirsa li ser êrişa ser balafirxaneya Silêmaniyê da.

Vedant Patel got:

“Wezareta Parastinê ya Amerîkayê êrişa ser balafirxaneyê lêkolîn dike, divê rêz li serwerî û selametiya xelkê Iraqê were girtin.

Hêzên Emerîka ji bo têkbirina DAIŞ’ê piştgiriya hevkarên xwe yên Suriye û Iraqê dikin.”

Back to top button