Ji bo bîranîna hevalê me Ehmed, matçek pêk hat

Hevalê me Ehmed Eseed ku 6 salan di Ronahî Tv de xebitî, 2 nîsana 2021ê ji ber nexweşiyê, koça dawî kir.

Ehmed di TVyê de, xwedî kedeke mezin e..

Wî rêveberîya beşên medya civakî dikir û pir di karê xwe jîr û zana bû..

Lê li tenişta wê, tevî ku nikarîbû lîsitba jî, gelekî bi footballê ve girêdayî bû û jê hez dikir.

Heta cihê xwe di damezirandina tîma Maf a li bajarê Qamişlo de jî girtiye.

Lewra, ji bo bîranîna wî, hevalên wî, matçek li ser navê Ehmed pêk anî.

Matç duh saet 9ê êvarî li stada Qelia ya bajarê Qamişlyê di navbera tîmên Maf û Avdar de pêk hat.

Li wê matçê malbata Ehmed jî amade bûbû û ji bo matçê spasiya herdu tîman kir.

Her wiha, piştî bidawîbûna matçê, xelatên ku wêneyên Ehmed Eseed li ser bûn, hatin pêşkêşkirin.

Back to top button