“Hêzên navneteweyî berpirsê hemû sûcan in”

Siyasetmendarên herêmê li dijî komkujiyan Cindrêsê bertek nîşan da û got:
Hêzên navneteweyî berpirsên van sûcan in.

Têkildarî komkujiya şeva Newrozê ku li navçeya Cindirêsê pêk hatibû siyasetmedarên herêmê axivîn ..

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmed sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Ev komkujî xelekek ji sûcên din e ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dikin.

Heta dagirkerî neyê bidawîkirin wê hemû sûc berdewam bikin.”

Ehmê bang li NY kir ku erkên xwe bi cih bînin..

Endamê Partiya Muhafizkarên Demokrat Ednan Îzo jî got:

“Hêzên navneteweyî berpirsên berdewama sûcên hovane ne..”

Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd jî dibêje:

“Ji bo mîsogerkirina serkeftinê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê divê têkoşîn were geşkirin.”

Back to top button