Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê: Vekişîna ENKS’ê ji îtîlafê, wê pêkhatina yekîtiyê hêsan bike

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê diyar kir ku eger PYD û ENKS di hevdîtinan de bigihêjin encamekê, wê di çareseriya aloziya Sûrî de bibin aliyên herî bihêz, lê eger lihevkirinek çênebe, wê hemû destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyê têk biçin. 

Ev demek e li Bakur û Rojhilatê Sûrî di navbera PYD û ENKS’ê de hewldanên yekîtiyê, hene.

Bi navbenkariya QSD û hin hêzên derve, hewl tê dayîn ku Kurd di pêvajoyeke wisa hestyar de yekrêziya xwe ava bikin.

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê, ku gelek caran li Parîsê di danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser û ENKS’ê de amade bûye, têkildarê mijarê axivî.

Pîrê dibêje:

Di civînê de, hemû axaftin li ser vekişîna ENKS’ê ji îtîlafê bû, da ti bihane ji Tirkiyê re çênebin ku Kurd di îtîlafê de ne.

Ji ber nabe 2 eniyên Kurdî hebin, divê danûstandin bi serperiştiya navdewletî (Amerîka, Fransa û Koalîsyona Navdewletî) pêk werin.”

Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê: Eger Kurd nebin yek, wê destkeftiyên xwe wenda bikin

Pirê diyar kir ku “eger PYD û ENKS di hevdîtinan de bigihêjin encameke, wê di çareseriya aloziya Sûrî de bibin aliyên herî bihêz, lê eger lihevkirinek çênebe, wê hemû destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyê têk biçin”.

Li gorî Pîrê, kesên nayên yekîtiyê, wê çaxê divê bên diyarkirin.

Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê: Dewleta Ttirk dixwaze bi rêya hin kesan, hewldanên yekîtiyê têk bibe

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor, behsa hinek daxuyaniyên neyînî û fişarên ku li pêşiya hewldanên yekîtiyê dibin asteng jî kir.

Serokê Rêxistinê dibêje:

“Vê dawiyê, rêveberên ENKSê daxuyanî da ku ew xwe ji Îtîlafê venakişînin.

Tirkiye jî, bi rêya tevlêkirina kesên bi navên ‘Kurdên serbixwe’ di îtîlafê de, dest bi fişara li ser ENKSê kir.

Ez dibînim, ew Kurdên serbixwe, tenê xayîn in.”

Kadar Pîrê ev daxuyanî weke xencerekê di pişta Kurdan de bi nav kir û got:

“Eger hewldan bi ser nekevin.. bi texmîna min, her çi aliyê li derveyî Rêveberiya Xweser ma, wê weke kaxezeke şewitî di destê dewleta Tirk de bimîne”.

Back to top button