Şêniyên Dêra Zorê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kir.
Hevseroka saziyên civaka sivîl a Dêrazorê Sece El Hiwêdî derbarê êrişên Tirkiyê de axivî.
Sece El Hiwêdî bang li hêzên navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirina eşkere ya xaka Sûrî re deynin.
Hevserokê Yekitiya Cotkaran a Dêrazorê Îbrahîm El Mihemed jî derbarê mijarê de wiha got:
“Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin û têde jin û zarok dibin armanc.”
Îbrahîm El Mihemed piştrast kir ku ew ê li hember her cure êriş li ber xwe bidin û têbikoşin.