Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiyê bi rêya PDK’ê daxwazên xwe pêk tîne

Pêşmergeyên Dêrîn yên Herema Germiyan diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi rêya PDK’ê, Kurdan bi hev bide kuştin.

Pêşmergeyên Dêrîn destnîşan kir armanca dewleta Tirk a dagirker parçebûna xaka Kurdistanê ye û ji bo careke din şerê birakujiyê çêbibe, PDK’ê weke kartekê bi kar tîne.

Li gorî Pêşmergeyên Dêrîn, bi çêbûna şer, wê ne tenê PKK, belê wê PDKê jî ziyanê bibîne.

Pêşmergeyê Dêrîn di dawiyê de, teqez kir ku ew li dijî hemû siyasetên ku wê bibin sedema çêbûna şerê navxweyî ne.

Back to top button