Idlib..Li bajarê Erîhayê jimarek sivîl birîndar bûn

Li idlibê, di encamê êrîşên hêzên hikumeta Şamê de, jimarek sivîl birîndar bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê bi giranî êrîşî bararê Erîhayê kir û di encamê de hin sivîl birîndar bûn.

Di heman demê de jî, hêzên hikumetê bi mûşekan gundê Nehliyê û Me’ir Blît li gundewarê Idlibê û Kefer Ema û Teqad yê gundewarê Helebê topbaran kirin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku nuqteyên hikumeta Şamê yên li gundên El-Melaca û Hezarîn li başûrê Idlibê, ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatin armanckirin.

Back to top button