Rûspiyên Dêra Zorê: Armanca hewldanan têkbirina aramiyê ye

Rûspiyên Dêra Zorê bi daxuyaniyekê bang li şêniyên Minbicê kir ku nekevin xefka kesên ku hewl didin fitneyan derbixib.
Şêxê eşîra El-Elî, Remedan El-Rehal jî behsa hewldanên derxistina fitneyan kir û da zanîn ku ev hewldan bi saya hevgirtina gel, QSD’ê û Rêveberiya Xweser têk çûn.

Şêx û Rûpiyê Dêra Zorê li ser hewldanên derxistina fitneyan li Minbicê daxuyaniyek da.

Rûspiyan hewldanên têkbirina aramî û ewlehiya herêmê şermezar kirin.

Her wiha diyar kirin ku ew ê weke rûspiyên Dêra Zorê ti carî rê nedin ku ewlehiya herêmê têk here.

Rûspiyan bang li şêniyên Minbicê kir ku nekevin xefka kesên ku van hewldanan dikin.

”Pêwîstiya vê xakê bi parêzvanan heye”

Şêxê eşîra El-Elî, Remedan El-Rehal jî li ser mijarê ji ANHA’yê re axivî û got,

“Bûyerên ku li Minbicê rû dan, encama serkeftina Rêveberiya Xweser û QSD`ê ne.”

Remedan destnîşan kir ku dijmin hewl dide hevgirtina civakî li herêmê têk bibe û got,

”Dewleta Tirk û rejîma Sûriyê hewl didin tevliheviyên nîjadî derxin da ku ajendeyên xwe li herêmê pêk bînin”.

Şêxê eşîra El-Elî da zanîn ku bûyerên li Minbicê rû da girêdayî aliyên derve ne û wan aliyan hewl da şêniyan keysbaz bikin.

Armanca wan jî ewlehî û aramiya li herêmê têk bibin, lê bi saya hevgirtina gel, QSD’ê û Rêveberiya Xweser hewldanên wan têk çûn.

Remedan bal kişand ser Erka Xweparastinê û anî ziman ku Erka Xweprastinê erkeke pîroz e û pêwîstiya vê xakê bi parasvanan heye.

Remedan El-Rehal destnîşan kir ku divê gel parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin û parastina projeya xwe li herêmên xwe bikin.

Remedan El-Rehal bang li şêniyên Minbicê kir ku li hemberî komployên li dijî herêmê hişyar bin.

Back to top button