Îro wê cenazeyên şehîdan bo welat bên şandin

Wê îro cenazeyên 3 şehîdên Komkujiya Parîsê bi merasîm û meşek girseyî bo welatên wan werin şandin.

Di 23’yê Kanûna 2022’an li dijî Komeleya Çanda Kurd ya Ahmet Kaya ya Parîsê êrişeke çekdarî çêbû..

Di encamê de hevala Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîdbûn..

Û 3 kes jî birîndarbûn.

Ji roja ku komkujî pêkhatiye heya niha Kurd li Fransa’yê di çalakiya nobedê ya edaletê de ne ..

Îro cenazeyên her 3 şehîdên Komkujiya Parîsê, bi merasîm û meşek girseyî ji bo Başûr û Bakurê Kurdistanê werin şandin.

Duh li pêşiya navendê Hevserokê Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) daxwiyaniyek dan ..

Hevserokan bang li gel kir ku îro di seet 3’an de tevlî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.

Û xwedî li şehîdên xwe derkevin ..

Back to top button