Riyad ji bo Xezayê 2 lûtkeyan lidar dixe

Erebîstana Siûdî lûtkeya erebî-afrîka ya 5. taloqî demeke nediyar kir.
Riyadê ragihand ku bi beşdarbûna welatên Ereb û Îslamê wê 2 lûtkeyan lidar bixe.

Wezîrê Veberhênanan ê Erebistana Siûdiyê Xalid El Falih ragihand ku dê di rojên pêş de li welatê wî têkildarî şerê Filistîn-Îsraîlê de 2 lûtkeyên welatên Ereban û Îslamê werin lidarxistin.

El Falih ku beşdarî Foruma Bloomberg a Aboriya Nû ya li Sîngapûrê bibû, got:

“em ê vê hefteyê û di çend rojên pêşiya me de bibînin ku Siûdiyê lûtkeyek erebî ya awarte li Riyadê li dar dixe.

Wê di nava çend rojan de lûkteyeke îslamî ji aliyê Siûdiyê ve bê lidarxistin.”

El Falih her wiha da zanîn ku dê welatê wî lûtkeyekê tevî welatên Afrîkayê jî li dar bixe, lê dema wê diyar nekir.

Li aliyekî din, malpera Îtîmad Online ragihand ku serokê Îranê Îbrahîm Reîsî roja yekşemê diçe Siûdiyê û wê beşdarî lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamê bibe.

Hêjayî gotinê ye ji dema lihevkirina Siûdiyê-Îran a bi navbeynkariya Çînê (Adar 2023) ve, ev dê serdana yekemîn a serokê Îranê bo Siûdiyê be.

Wezareta Karê Derve ya Siûdiyê jî doh derengiya şevê daxuyaniyek da û ragihand ku lûtkeya ku dihat payîn serê hefteya bê bi dewletên Afrîkayê re were lidarxistin, dê ji ber lidarxistina her du lûtkeyên din bê taloqkirin.

Back to top button