Li herêma Firatê jinan dest bi çandiniya garisan kirine

Garis yek ji şinkahiyên ku her sal li herêma Firatê tê çandin. Bi çandina garis re tevahî ax şîn dibe û ew şînbûn rengê jiyanê ji nû ve geş dike. Ezîze Mihemed a her sal di beşek mezin ji erdê xwe de garis diçîne da zanîn ku keda herî mezin di nava çandiniyê de, keda jinê ye.

Garis yek ji şinkahiyên ku piştî genim tê û herî zêde jî li cihên wek Ewrûpa, Hindên sor û li Başurê Meksîk yê kevnar bi kar tînin.

Her wiha gelek cureyên wê hene weke garisê şekir, birêjek, yê findan û yê xwerinê.

Li herêma Firatê jî garis du caran tê çandin, şêniyên herêmê ji bo xwerinê di meha Nîsanê de diçînin û ji bo sewalan jî di heyva Tebaxê de diçînin.

Ji jinên çandiniya gasir dike Ezîze Mihemed, derbarê xebatên xwe yên nava erdan û çandina garisan de axivî.

Ezîze da zanîn ku ev meha çandina garis e, ji ber wê ew her sal di van rojan de dest bi çandina garis dikin.

”Jin xwediyê kedê ne û çanda xwe diparêzin”

Ezîze bal dikşîne ser ked û xebatên jinan di nava erdan de û dibêje:

Ezîze Mihemed di dawiyê de diyar kir ku ew wek jin xwedî li keda xwe derdikevin û jiyanê biwate dikin.

Back to top button