Mexmûr-Tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin

Xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî û cezayê disiplînê yê li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin.

Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir.

Li wir li ser navê wargehê, ji aliyê Endama Komîteya Karê Derve ya Meclisa Îştar ya wargehê Leyla Arzû Îlhan ve daxuyaniyek hat dayîn.

Leyla tecrîd û cezayên disiplînê yên li dijî Rêber Apo, bi tundî şermezar kir û got:

“Sîstema desthilatdar ji hêza Rêber Apo ditirse, lewma her ku diçe tecrîda heyî girantir dike.

Bi hecetên bê bingeh û ne-hiqûqî cezayê disiplînê li Rêber Apo tê birîn.

Leyla da zanîn ku gelê Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî li vîna

xwe derdikeve û ev bang kir: “Em bang li gelê Kurd û saziyên navnetewî dikin ku li dijî tecrîd û êşkenceya li dijî Rêber Apo bibin xwedî helwest.

Rêber Apo xeta me ya sore, ji bo wê divê demildest tecrîd bê şikandin û dawî li sîstema êşkenceya li Îmralî bê.

Sabrî Ok: Pîvanên mafê mirovan û hiqûqî li Îmraliyê tuneye

Back to top button