HPG : Li Avaşînê dagirkeran 18 caran bi gazên jehrî êriş pêk anîn

Li dijî êrişên dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û dagirker ji ber berxwedana gerîla nikarin bi pêşde biçin. HPG’ê ragihand dewleta Tirk 18 caran bi teqemenî û gazên jehrîn qada Werxelê ya herêma Avaşînê bombebaran kirin. HPG’ê got, “Pêşdeçûna dagirkeran li hember berxwedana gerîla hat şikandin.”

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê a li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de, li ser êrişên li dijî qada Werxelê ya Avaşînê û berxwedana gerîla ev agahî parve kir,

“5 û 6’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker 18 caran bi teqemenî û gazên jehrîn Qada Berxwedanê yaWerxelê bombebaran kirin.

Piştî bombebaranê dagirkeran xwestin ku ber bi Qada Berxwedanê ve bi pêş ve biçin, piştî ku Berxwedêrên Werxelê destwerdan lê kirin bêyî ku encamekê bigirin vekişiyan. Artêşa Tirk ya dagirker ji vê sibê ve Qada Berxwedanê ya Werxelê bi gazên jehrî bombebaran dike.”

HPG’ê diyar kir tevgera zêde ya dron û balafirên keşfê ya li ser qada berxwedanê dewam dike.

Hat diyar kirin qada Geliyê Basta ya Avaşînê jî bi helîkopterên êrîşê hate bombebarankirin.’

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî ev agahî parve kir,

“6’ê Îlonê derdora gungên Banîk û Minînê yên Heftanînê bi obûs û hawanan hate bombebarankirin.

Heman rojê li xeta Qaşûra ya herêma Metîna tevgera helîkoptêran pêk hat. Derdora gundên Dêşîşê û Serarû yên bajaroka Kanî Masî ya navçeya Amediyê û Kela Qumriyê, Qadên Koordîne bi helîkoptêran hatin bombebarankirin.”

Back to top button