Til Temir û Til Rifet hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundekî Til Temirê û navçeya Til Rifetê, dan ber topan.

Şevê din, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên xwe êrîşek bir ser gundê Derdora yê navçeya Til Temirê yê li ser rêya navçeya Zirganê û bi hawan û obusan ew topbaran kir.

Jixwe li ser navçeya Eyn Îsayê jî hema rojane êrîş hene û herî dawî, Kampa navçeyê, embarên Genim, gundê Mişêrfa û rêya M4 hatibûn armanckirin.

Duh derengiya şevê jî, artêşa dewleta Tirk a dagirker, navçeya Til Rifet a Şehbayê, bi obusan, topbaran kir.

Back to top button