Li baregeha Rûsî ya li Til Semin erebeyek bombebarkirî hat teqandin

Li gundewarê Reqayê, rêxistineke girêdayî El-Qa’îdayê êrîşek li dijî baregeheke Rûs pêk anî û hin leşkerên Rûs birîndar bûn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, îro li gundewarên bakur yê Reqayê li devera Til El-Semin tirimpêlek bombebarkirî li nêzî baregeheke Rûsan teqiya.

Hat zanîn ku du zilam tirimpêla bombebarkirî li nêzî baregeha Rûs rawestand û paşê dest bi gulebarankirina baregehê kirin û paşê tirimpêl teqiya.

Di encama êrîşê de hinek leşkerên Rûs birîndar bûn, lê hejmara wan nehat zanîn.

Çeteyên koma bi navê “Huras El-Dîn” ku di lîsteyên terorê yên navdewletî de ye û li bakur rojavayê Sûriyê çalak e, ev êrîş girt ser xwe.

Çeteyên “Huras El-Dîn” di sibata 2018’an de piştî redkirina wan ya qutkirina têkiliyên Cebhet El-Nusrayê bi rêxistina El-Qa’dayê re, xwe ji Nusrayê veqetandin û xwe birêxistin kirin.

Back to top button