Li meclisa Tirkiyê parlamenterên serdema 28. sond dixwin

Li Tirkiyê, piştî hilbijartina Parlamento û Serokomariyê serdema nû despê dike.
Ji bo serdema 28. a meclisê, merasîma sondxwarinê ya li parlamentoyê despê kir.
Dema Erdogan ket meclisê, Partiya Çepên Kesk, CHP û IYI protesto kirin.
Her wiha YSP jî piştî civîna parlamenteran erkên li Meclisê yên parlamenteran eşkere kir.

Serdema 28’emîn a Meclisê bi torena sondxwarinê ya parlamenteran dest pê kir.

Piştî sondxwarinê, parlamenter dê bi awayekî fermî dest bi peywira xwe bikin.

Ji ber ku endamê meclisê yê herî pîr Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ye, Lijneya Giştî ji hêla wî ve tê birêvebirin.

Li gorî rêziknameya navxweyî, şeş parlamenterên herî ciwan ên meclisê dê katîbiya demkî bikin.

Dîwana Serokatiyê ya Demkî dê heta hilbijartina Serokê Meclisê û Dîwana Serokatiyê peywirê pêk bîne.

Bi merasîma sondxwarinê re wê pêvajoya hilbijartina Serokê Meclisê dest pê bike.

Piştî ku Serokê Meclisê hate hilbijartin, wê Dîwana Serokatiyê û komîsyon bên avakirin.

Parlamenterên ku ji ber sedemekê nekarîn tev li rûniştina despêkê bibin wê bikarin piştre sondê bixwin.

Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay ku niha girtî ye, ji ber ku dosyaya wî ya tehliyekirinê ji Dadgeha Bilind re nehatiye şandin, nekarî tev li merasîma sondxwarinê ya îro bibe.

Tê payîn ku merasîma sondxwarinê heta derengiya şevê bidome.

Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî wê piştî daxuyaniya kabîneyê biçe Lijneya Giştî û di roja şemiyê de sondê bixwe.

YSP erkên li meclisa Tirkiyê eşkere kir

Partiya Çepên Kesk duh li gel parlamenterên xwe civîn li dar xist.

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin û Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serokatiya civînê kirin û wezîfeyên li Meclisê jî li parlamenteran belav kirin.

Sirri Sureyya Onder bû serokwekîlê koma YSP li Meclisê

Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bû Serokwekîlê Koma Meclisê.

Parlamenterê Sêrtê Tuncer Bakirhan bû Amirê Îdareya Meclisê.

Her wiha biryar hat girtin parlamentera Edeneyê Tulay Hatimogûllari jî bibe namzeta Serokatiya Meclisê.

Heta kongreyê jî wê Serokwekîliya Koma Partiya Çepên Kesk parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş û parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç bi rê ve bibin.

YSK’ê encama hilbijartina serokomarî a tûra 2. eşkere kir

Back to top button