Profesorê Sosyolojî û Antropolojiyê yê Zanîngeha Texasê tecrîd nirxand

Ji Zanîngeha Texasê pisporê girtîgehan Denîs O’Hearn diyar kir ku sîstemeke tecrîdê ya li Îmraliyê li devereke din a cîhanê nîne.
O’Hearn nerazîbûn nîşanî bêdengiya YE ya li hemberî tecrîdê da û got:“Kiryarên li dijî Ocalan li pêş çavên her kesî tê kirin û kes dengê xwe nake.

Ev nêzî sê sal e pergala êşkence û tecrîda li dijî rêber Apo hatiye girankirin.

Parêzer û malbat ji Tebaxa 2019’an û vir ve nikarin biçin Îmraliyê.

Li dijî tecrîdê ji qada navneteweyî bertek zêde dibin û kampanya tên meşandin.

11’ê Gulanê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 kesan pêk tê, li Stenbolê bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek saziyan re hevdîtin kiribûn.

Endamên şandeyê di 16’ê Gulanê de li Îzlandayê beşdarî Civîna Bilind a Konseya Ewropayê bûn.

Di cîvînê de şandeyê tecrîda li ser Rêber Apo xist rojevê û daxwaza azadiya Ocalan kir.

Ji endamên şandeyê profesorê sosyolojî û antropolojiyê yê Zanîngeha Texasê Denîs O’Hearn têkildarî tecrîdê axivî.

Denîs O’Hearn ku girtîgeh û tecrîd qada wî ya pisporiyê ye, bi taybetî li ser girtîgehên li Îrlandayê lêkolînên berfireh kirine.

Denîs O’Haern: min di dîrokê de tecrîdek bi vî awayî nedîtiye

O’Hearn destnîşan kir ku sîstema li Îmraliyê li devereke din a cîhanê nîne û wiha axivî:

Li devereke din a cîhanê mîna vê, kiryarên astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re nînin.

Min di dîroka nêz de tecrîdeke bi vî rengî nedîtiye.”

O’Hearn girtîgehên di dema Elmanyaya Nazî de bi bîr xistin û got,

“Hûn zanin, di dema Elmanyaya faşîst de kampên girtîgehê hebûn, lê belê li wir jî dikare bê gotin ku Sowyetan bi hin girtîgehan re têkilî datanî. .”

Denîs O’Haern: Divê pêkanîn li ser dewleta Tirk bêne ferzkirin

Profesorê civaknasî û antropolojiyê yê Zanîngeha Texasê Denîs O’Hearn nerazîbûn nîşanî bêdengiya Yekîtiya Ewropa li hemberî tecrîdê da û wiha bi dawî kir:

“Kiryarên li dijî Ocalan li pêş çavên her kesî tên kirin û kes dengê xwe nake.

Di vê mijarê de hewldan nayên kirin.”

Li Parîsê bi meşek tecrîda li dijî Rêber Apo hate şeremezarkirin

 

Back to top button