Bi nêzîkbûna rojbûna Rêber Apo pîrozbahî tên lidarxistin

Bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîrozbahî tên lidarxistin. Îro jî li gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çalakîyên cihêreng hebûn.

Bi bonya rojbûna Rêber Apo li seranserî herêmê şahî, semîner, çandina daran û sinvezyonan çalakî tên li darxistin.

Îro li bajarê Qamişloyê bi boneya vê rojê bi beşdariya bi dehan zarokan li taxa Hilêliyê dar hatin çandin

Meclisa Malbatên Şehîdan li Tirpespiyê şahiyek ji zarokên şehîdan re li Hola Erd EL-Ehlam li darxist.

Di şahiyê de sinvezyonek ku rêber APO bi hin zarokan re dide û distîne hate nîşandan.

Li Til Hemîsê jî Navenda Çandê şahiyek ji şêniyan re li darxist.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û rûspiyên eşîran beşdarî şahiyê bûn.

Kongra Star jî li Hola Serdem a bajarê Hesekê şahiyek li darxist.

Di şahiyê de hate diyar kirin ku rojbûna rêber APO roja vejîn û azadiyê ye.

Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê bi heman armancê şahiyek li darxist.

Bi sedan şêniyên navçeyê û gundên wê di şahiyê de amade bûn.

Hevseroka Meclisa Dirbêsiyê Aylem di şahiyê de axivî û da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî a rêber APO divê asta têkoşîn û berxwedanê were bilindkirin.

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Zirganê, li Meclisa navçeyê bi beşdariya şêniyên wê şahiyek bi boneya rojbûna Rêber Apo lidarxist.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser girêdana Rêbertî bi xwezayê ve.

Her wiha li Kobnê jî Saziya Jîngehê ya herêma Firatê dest bi pêngava çandina daran kir.

Hevseroka saziyê Tolvîn Ehmed bang li şêniyan kir ku beşdarî çandina daran bibin.

Li Eyn Îsayê jî Ofîsa Jîngehê 1500 dar bi boneya vê rojê li komînan belav kir.

Her wiha Kombûna Jinên Zenûbya bi boneya rojbûna Rêber APO li Reqayê navendeke xwe vekir û şahiyek li darxist.

Di şahiyê de gelek koman berhemên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button