Şêniyên Dêrikê hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re şermezar kirin

Bi hezaran welatiyên Dêrikê bi meşekê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk ya dagirker re şermezarkirin.

Bi hezaran şêniyên Dêrik, herêma koçeran û Beravê li qada Azadî kom bûn û li dijî hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk meş li dar xistin.

Şêniyan bi dirûşmeyên ‘Na ji îxanetê re, dem dema yekîtiyê ye’ di nava tax û kolanên navçeyê meşiyan.

Piştî ku meş veguherî mîtingê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Dêrikê Mihemed Hiso û bi navê Dayikên aşîtiyê Sûad Mistefa axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de şandina hêzên PDK’ê li herêmên parastinê yên medyayê û hevkariya wê bi dewleta Tirk ji bo êrişî gerîla bikin bi tundî hate şermezarkirin.

Her wiha berxwedana Hêzên gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate silavkirin.

Di dawiyê de bang li gelê kurd hate kirin ku li kêleka hev bisekinin û hemû komplo û planan têk bibin.

Back to top button