Şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê hatin bi bîr anîn

Li navçeyên Çil Axa û Amûdê şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê bi merasîman hatin bi bîr anîn. Li Kobanê jî şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Riyad Babilî hat oxirkirin.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ji bo 23 şehîdên mehên Çile, Sibat û Adar li navenda Çand û Huner ya navçeyê merasîmek bibîranînê li dar xist.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa Hesen Murad axivî û soza sopbandina riya şehîdan da.

Piştre sînevizyonek der barê şehîdan hate pêşandan û di dawiyê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Amûde 13 şehîdên meha Adarê hatin bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê 13 şehîdên meha Adarê bi merasîmekê li goristana şehîd Îsamîl a navçeyê bi bîr anî.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Seîd Ferso axivî û banga xurtkirina têkoşînê û dilsoziya bi şehîdan re kir.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li Kobanê şehîd Riyad Babilî bi merasîmekê hate oxirkirin

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Riyad Babilî yê ji gundê Mezrê Sofiya yê başûrê Kobanê ye, dema erka xwe bi cih dianî li bajarê Reqayê şehîd bû.

Îro bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle spart axê.

Di merasîmê de gelek axaftin hate kirin û tê sersaî ji malbata şehîd re hate westin û soza berdewamiya riya şehîdan hate dayîn.

di dawiyê cenazeyî şehîd bi tilîliyên dayîkan hate oxirkirin.

Back to top button