NATO’yê eşkere kir ku derbarê aloziya li Deryaya Spî, Tirkiye û Yûnanistanê li hev kir ku bikevin diyalogan.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg derbarê aloziya li Deryaya Spî ya navbera Tirkiye û Yûnanistanê de rû dayî, bi rayadarên herdu welatan re nîqaş kir.
Jens Stoltenberg eşkere kir ku Tirkiye û Yûnanistanê ji bo nekevin ti gaveke şer, li hev kir ku bikevin diyalogan.
Aloziya di navbera Tirkiyê û Yewnanistanê de, piştî ku Enqere keştiya lêkolînê “Serokê Uruç” şand devera bi nakokî ya li Deryaya Spî, zêde bû.