Li Girê Spî di navbera çeteyan de şer derket

Piştî ku kantona Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirer û çeteyên wê ve hatiye dagir kirin aramî lê nemaye.
Îro jî di navbera du komên çeteyan de şer derket.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane me, li kantona Girê Spî ya dagirkirî di navbera çeteyên koma ′′Cebha El Şamiye′′ û çeteyên ′′Ehrar El Şamiye” de şer derkt.

Çavkaniyan dane zanîn ku şer li ser dizî û qaçaxçîtiyê derket û bi saetan dewam kir.

Li Girê Spî ya ji 2019’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, tevliheviya ewlehiyê û sûcên dermirovî dewam dike.

Ji xwe çeteyên ku li hermêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi cih bûne gelek caran bi hev re di nava şer de ne.

Back to top button