Rêveberiya Xweser ragihandibû ku di 10’ê Kanûnê ango îro dest bi hemleya hashtagê a ji bo ferzkirina qedexeya qada ezmanî li herêm kir. Ji bo piştgiriya hemleyê li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxistin û banga qedexekirina qada ezmanî hate kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li dijî êrişan daxuyaniyek da.
Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk bi gef û êrişên xwe li ser herêmê bandorê li têkoşîna li dijî terorê dike û derfeta zindîkirinê dide DAIŞ’ê.
Meclisê bang li hêzên navneteweyî kirin ku qedexeya qada ezmanî li herêmê ferz bikin û êrişên dewleta Tirk bi dawî bikin.
Rûspiyên Til Birak li dijî êrişan bang kirin
Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Birakê li çerxerêya Şehîdan a a navçeyê kom bûn û li dijî êrişan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermzarkirin û hate xwestin ku divê hêzên navneteweyî helwesteke xurt li dijî êrişan bidin.
Di dawiyê de, Rûspiyên navçeyê li dijî êrişan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman.