Biden bi Macron re axivî, balyozê Fransa yê li Waşîngtonê vedigere ser karê xwe

Peyamên tund yên navbera Parîs û Waşîngtonê de kêm bûne.
Piştî aloziya peymana AUKUS ya navebra DYA û Awistralya, cara yekemîn Serokê DYA Biden û Serokomarê Fransa Macron bi hev re axivîn.
Aliyan li ser mijarên stratejîk li hev kirin.
Di vê çarîoveyê de, balyozê Fransa yê Waşîngtonê vedigere ser karê xwe.

Ji 15’ê Îlonê ve Fransa li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Awistralya û Ingilistanê helwest nîşan daye.

Sedema vê yekê jî Awistralya peymana bi Fransa re betal kir û bi Îngilistan û DYA re peymana Aukus îmze kiribû.

Herî dawî ji bo aloziya navbera aliyan de bi dawî be, Koşka Spî di nava hewldanên armankirina rewşê de bû.

Koşka Elysee û Koşka Spî têkildarî hevdîtina navbera Serokê DYA Joe Biden û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron daxuyaniyek hevbeş weşandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya hate weşadnin de hate gotin, ji bo careke din bawerî were avakirin wê danûstandinên kur werin despêkirin.

Macron û Biden ser mijarên stratejîk ên Fransa û hevkarên wê yên Ewropî bi vekirina şêwirmendiyên verkirî yên navbera hevalbendan dikarin pêşî li vê yekê bigirin.

Li gorî daxuyaniyê Biden di vê mijarê de biryardariya xwe aniye ziman.

Serokên herdu dewletan biryar dan ku pêvajoyek şêwirmendiyê ya bingehîn bidin dest pê kirin.

Ev yek jî bi armanca afirandina şert û mercên pêbaweriyê misoger dikin û ji bo bicihanîna armancên hevbeş tevdîrên berbiçav pêşniyar dikin.

Hate diyarkirin ku Macron û Biden ji bo avakirina xalên hevpar wê dawiya Mijdarê bicivin.

Di vê çarçoveyê de, hefteya bê wê balyozê Fransa yê Waşîngtonê vegere ser karê xwe.

Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û serokwezîrê Awistralya Scott Marrîson (Skot Karîson) 15’ê Îlonê peymana parastinê mohr kirin.

Li gorî peymanê, Awistralya wê karibe bibe xwediyê 8 keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.

Hersê welatan îdîa kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” peydakirina aramiyê li herêma Hînd-pasîfîkê ye.

Wezîrên Karên Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian di daxuyaniya xwe ya roja 16’ê Îlonê dayî de jî wiha gotibû:

“Bi tevahî bêbingehe.

Bi rastî ji piştê ve kêr li me hate dayîn.

Me têkiliyek pêbaweriyê bi Awistralya re danîbû û îxanet li vê baweriyê hate kirin.

Ev di navbera hevalbendan de nayê kirin.”

Back to top button