12 Rêxistinên Sûrî-Amerîkî nameyek ji Biden re şand

12 rêxistinên Sûrî-Amerîkî nameyek ji Biden re şand, tê de banga zelalkirina siyaseta xwe derbarê Sûriyê de dikin.
Ji ber têkçûna rewşa koçber û penaberên Sûrî yên li hundir û li welatên derdorê jî, NY hewl dide di civîna Broksilê ya bo Sûriyê de, 10 Milyar dolarî bide hev.

Meclisa Sûrî-Amerîkî tevî 11 rêxistinên Sûrî yên li Amerîkayê, nameyek ji Biden re şand, tê de banga zelakirina siyaseta xwe derbarê Sûriyê de kir.

Ev name sozên Biden ên di pêngava wî ya hilbijartinan de ku soza bidawîanîna şerên bêdawî dabû, bi bîr tînin.

Her wiha name balê dikşîne ser binpêkirinên rejîma Sûrî li dijî gel, ji koçkirin, birçîkirin û êşkenceya sivîlan, bi hevkarên xwe Rûsya û Îranê re.

“Divê Biden sozên xwe yên der barê Sûrî de bi cih bîne”

Rêxistinan bang li Biden kir ku weke endamên civaka Amerîkî-Sûrî li wan guhdarî bike û sedema barkirina sûcên li dijî mirovahiyê, li ser rejîma Sûrî, Rûsya û Îranê nas bike.

Serokê meclisa Sûrî-Amerîkî Zekî Lebabîdî diyar kir, beriya zelakirina birêveberiya Amerîkî siyaseta xwe derbarê dosyaya Sûriyê de, divê zanibe ku ev siyaset, berî her tiştî bandorê li Sûriyan dike, lew re dive nêrîna wan li ber çavan bigire.

Tê zanîn, komîteya têkiliyên derve ya Senatoya Amerîkî, bi boneya derbasbûna 10 salan di ser aloziya Sûriyê re, proje-biryareke şermezarkirina binpêkirinên rejîma Sûrî û lêpirsîna Esed, erê kiribû.

NY 10 Milyar dolarî ji bo gelê Sûrî, dide hev

Ji aliyekî din ve, malpera Voice Of Amerîka ragihand, birpirsekî payebilind ê NY banga zêdekirina alîkariyan bo gelê Sûrî yê ji ber şer ji cih û warên xwe bûne, kir.

Ev bang, beriya lidarxistina kongirê Bruksel ji bo destekdayîna Sûriyê, ku hefteya bê tê lidarxistin, tê.

Ev kongre wê hewl bide 10 Milyar dolarî bide hev, ji wan wê 4 Milyar û 200 Milyon ji bo 13 Milyon kesî li hundirê Sûriyê ku piraniya wan koçber in, bê veqetandin.

Her wiha dê 5 Milyar û 8 Miliyon ji bo penaberên Sûrî yên li welatên derdora Sûriyê bê tarxandin.

Komîserê NY bo karûbarên koçberan Filippo Grandi diyar kir ku rewş li welatên derora Sûrî yên pêşwaziya penaberên Sûrî dikin, nexasim bi derketina vîrûsa Corona re, xirab bûye û destnîşan kir ku rewşa 90% ji penaberên Sûrî yên li Libnanê, ji ber aloziya li welêt, pir xizan bûye.

Komîserên NY yên karûbarên penaberan dibînin, ku destekdayîna navdewletî ji bo penaberên Sûrî, niha ji her demê bêhtir pêwîst e.

Back to top button