Yûnanistan gefa gilîkirinê li Tirkiyê xwar

Ji ber kirinên wê li rojhilatê Deryaya Spî, Yûnanistan gefa gilîkirinê li dewleta Tirk dixwe..

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis gef li dewleta Tirk xwar, ku eger bangên diyalogê bi cih neyîne, ew ê li dadgeha navneteweyî gilî bikin.

Li gorî Mitsotakis, YE dê gavan bavêje û berjeweniyên xwe û yên dewletên endam biparêze.

Serokwezîrê Yûnanî teqez kir ku rêkarên dewleta Tirk, yekîtiya NATO li dirêjahiya 2020an qels kiriye.

Têkildarî serdana serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo Qibrisê jî, berdevkê serkreterê giştî yê NY fikarên rêxistinê anî ziman, ku helwesta NY ji bo vê serdanê nehatiye guhertin û bang li aliyan kir ku rêkarên yekalî negirin.

Li dijî vê serdanê jî, Qibrisiyên li Yûnanistanê çalakî li dar xistibû..

Back to top button