Kongreya Islama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser bingiha parastina hemû olan, biratiya mezheb û baweriyan xebatên xwe dimeşîne li Lubananê re hevdîtin pêk anîn.
Şande, bi armanca pêşxistina têkiliyên olî û danasîna Islama Demokratîk serdana Lubnanê kir û bi nûnerên hemû ol û baweriyên Lubananê re hevdîtin pêk anîn.
Şande, ji Şêxê Terîqeta Qadirî yê li Sûriyê Şêx Mihemed El-Qadirî, Serokê Rabîta Ehl El-Beyt Şêx Sînan Ehmed, Hevseroka Kongreya Islama Demokratîk Delal Xelîl, Endama Hevdîtina Ol û Baweriyên Mozopotamiya Aliya EL-Mûsa, Hevserokê Fakolta Ol û Baweriyan a Zanîngeha Rojava Mazin Mihemed û Cîgirê Hevserokatiya Kongreya Islama Demokratîk pêk dihat.
Şandeyê destpêkê li gel Navenda Diyaloka Ol û Çandan a Lubnanê hevdîtin pêk anî, paşê endamên şandeyê di nava 5 rojan de li gel nûnerên hemû ol û baweriyên Lubanê hevdîtin pêk anîn.
Hevdîtin li gel nûnerên mezhebên Şîa û Sina, Xiristyan û Durziyan pêk hatin.
Di hevdîtinan de, rewşa ol û baweriyan li herêmê; giringiya pêşxistina têkiliyan bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin.
Şandeyê di hemû hevdîtinan de rewşa herêmê, gavên ber bi demokrasiyê ji nûnerên ol û baweriyên Lubnanê re parve kirin.