Ehmed Xoce: Li dijî PDK û MÎT’ê em yekîtiya netewî pêk bînin

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce diyar kir ku helwesta PDK’ê ya li hember êrişa li dijî KNK’ê li hundirê Hewlêrê hevkariya wê nîşan dide.
Ehmed got : ”Ev êriş yekitiya Kurdî dike armanc.”

Ehmed Xoce destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirinê dide meşandin û got: “Li hember gelê Kurd şerekî qirkirina çandî û bedenî yê herî xurt tê meşandin.”

Xoce di dewamê de da zanîn ku hedefgirtina navenda KNK’ê ku wek komkara partî û hêzên Kurdî tê naskirin encama hişmendiya dijminatiya yekitiya Kurdî ye û wiha dewam kir :

” Ew êrişeke hevbeş a MIT’a Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li dijî yekitiya Kurdî ye.

Em bi guman in gelo hikumeta li wir çi dike.

Her wiha ev êriş hikumeta PDK’ê jî dixe nav rêzê xayînan ji ber ku êrişên wiha doza Kurdî hedef digirin.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce di dawiyê de destnîşan kir ku dijmin dixwaze Fitne û birakujiya Kurdî peyda bike ji ber wê pêwîste kurd yekitiya neteweyî pêk bînin ji ber ku yekitî kilîta serkeftina doza Kurdî ye.

PYD: Tekane rêya têkbirina sîxûr û dagirkeran yekîtiya netewî ye

Back to top button