Cotkarên Şehbayê dest bi çandina mewsimê payîzê kirine

Komîteya Çandinî û Cotkaran a Şehbayê, li gund û navçeyên Şehbayê dest bi çandina mûsimê payîzê kirine.

Zeviyên herî zêde ku li Şehbayê tê çandin zeviyên patatane, ji ber ku herêm bi çandiniya wê navdar e..

Li gorî Komîteya Çandinî û Cotkaran a Şehbayê berhema kartolan li Şehbayê ji sedî 70 heta bi 80 tê berhevkirin.

Komîteyê berhema patatan bi rûbera 45 hekartî çand û li rex wê jî 12 hektar sebze çand.

Rêveberiya Komîteya Çandiniyê a Şehbayê anî ziman ku nêzî 400 karker ji koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê bi Komîteya Çandiniyê re kar dikin.

Back to top button