Polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi artêşa Tirk a dagirker re li rojavayê bajarê Kobanê li ser sînor dest bi dewriyeya hevbeş kir.
Şêniyên Kobanê jî li hemberî derbasbûna artêşa Tirk a dagirker nerazîbûn nîşan dan.
Dewriyeya hevbeş a Tirkiye-Rûsyayê îro ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir
Dewriya hevbeş wê li gundên Cibnê, Beyadî, Zormixar, Qeran, Dîkmedaş, Sêlim, Boban, Sifteka Jêrîn û heta benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Kobanê bigere.
Şêniyên gundê Çariqlî careke din li dijî derbasbûna panzêrên artêşa Tirk a dagirer derketin û kevir li wan reşandin.
Ev dewriyeya 6’emîn e ku li ser sînorê Kobanê pêk tê.