Kongra Star li gundê Elpelûrê yê Kobanê pêşengeha wêneyan vekir

Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.
li Kobanê û Şehbayê pêşengeh hatin vekirin û li Helebê jî panelek ji aliyê Ofîsa Jinê a MSD’ê hat li darxistin.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi coşeke mezin 8’ê Adarê ku bi dirûşma “Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e” pîroz dikin, çalakiyên cur be cur pêk tînin…

Kongra Star a Kobanê li gundê El-Perûrê, li mala ku rêber Apo lê dima, pêşengeha wêneyên rêber Abdullah Ocalan vekir.

”Pêwîste jin dîroka xwe bi destê xwe neqiş bikin”

Di heman çerçoveyê de, Ofîsa Jinê di Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê de panelek bi dirûşma “Têkoşîna jinê temîneta şoreşa jinan e” li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê li dar xistin.

Di panelê de, dîroka jinên Sûriyê û destkeftiyên şoreşa jinan hatin nîqaşkirin.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer nirxandin kir û got:

Jin gihiştin e wê qonaxê ku pêwîst e dîroka xwe bi destê xwe neqiş bikin.

Li Şehba pêşengeh hate vekirin

Meclisa Kantona Efrînê jî pêşengeha wêneyên Rêber Abdullah Oclan li wargeha Serdemê ya Şehba vekir.

Back to top button