HPG’ê: Di çalakiyên gerîlla de 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan li Zap û Metînayê li hêzên artêşa Tirk dane.
Di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Her wiha dronek û çepereke çekên giran jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk, raya giştî agahdar kir.

Li gorî daxuyaniyê;

  • Li herêma Metîna

2’ê Tebaxê li Qada Girê Amediyê, droneke artêşa dagirker ji aliyê gerîlla ve hate xistin.

Li heman qadê, hêzên dagir ên xwestin tûnelên şer bombardiman bikin, bûn armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de leşkerek hat kuştin, û teqemeniyên wan jî ketin bin kontrola gerîlla.

Li Girê Cûdî jî gerîllayên jin ên sekvan li hêzên artêşa dagirker dan.

Di vê çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin.

Li heman qadê, hêzên artêşa Tirk piştî êrişa bi teqemeniyên kîmyewî, xwestin xwe nêzî tûnelên şer bikin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla neçar man paşde biçin.

  • Li herêma Zapê

2’ê Tebaxê li derdora qada Şikefta Birîndaran, hêzên artêşa Tirk û çepereke wan a çekên giran bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û çepera çekê giran jî hat rûxandin.

  • Li herêma Avaşîn

Hêzên artêşa Tirk 2’yê Tebaxê xwestin li Girê Werxelê çeperan çêbikin.

Gerîlla bi çekên giran li wan dan û di encamê de neçar man xebatên xwe rawestînin.

HPG’ê: Artêşa Tirk 15 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:

Di 24 saetên dawî de artêşa dagirker,

15 caran bi çekên kîmyewî,

11 caran bi balafirên şer û 26 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombardiman kirin.

Back to top button