Nîjerya.. Di êrîşeke DAÎŞ’ê de 69 kes hatin kuştin

Di êçrîşeke çeteyên DAÎŞ’ê li Eyaleta Borno ya dikeve bakurê rojhilatê Nîjaryayê de bi kêmanî 69 kes hatin kuştin.

Koma bi navê Dewleta Îslamî ya Efrîqa (ISWAP) a girêdayî DAÎŞ’ê êrîşî gundê Felo ya bajarokê Bûbîoyê kir.

Di qetlîama ku gundiyên bi karê lawirvaniyê ve mijûl dibûn de bi kêmanî 60 kes hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên milîsên xwecihî hinek kes bi çekan û hinek jî bi wesayîtan hatin perçiqandin û mirin.

Berpireskî xwecihî ragihand ku êrîş weke bersivdayîna milîsên parastina cewherî ya gundiyan ji bo parastina lawir û xwe avakirî ku çeteyên DAÎŞ’ê kuştibûn pêk hatiye.

Bajarokê Gûbîa yê 80 kêlometre dûrî paytexta eyaletê Maîdûgûriyê ye, berî niha gelek caran ISWAP’ê êrîşî wir kiribû.

Back to top button