Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Jinan a PYD`ê salvegera 8’an a damezirandina YPJ`ê pîroz kirin û gotin: “YPJ veguheriye semboleke cîhanî ya berxwedan û têkoşînê.”
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi boneya salvegera 8’emîn a damezrandina YPJ’ê, peyama pîrozbahiyê weşand û got:
Damezrandina YPJ’ê bersiva tund a li hember hewldana fezkirina zihniyeta tundraw bû.
Fedakariya şervanên YPJ’ê li tevahî cîhanê bû sembola berxwedan, aştî û azadiyê.
Meclisê dawiyê soza parastina destkeftiyên ku di şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dest xistine nû kirin.
Meclisa Jinan a PYD’ê: YPJ bû semboleke cîhanî ya berxwedanê
Meclisê Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 8`an a damezirandina YPJ’ê pîroz kir û got:
YPJ’ê bû sembola berxwedan û şoreşê û tevahiya pîvanên ramanê li Rojhilata Navîn û cîhanê guherandin.
Nasnameya jina têkoşer ava kir da ku xwe, azadiya xwe û rûmeta xwe biparêze.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku têkoşîna jinan bi damezirandina YPJ`ê re derbasî qonaxeke nû bû, ne tenê li ser asta jinên Kurd, lê belê li ser asta têkoşîna jinan li cîhanê.